Parlementerekî YNK`ê: Emê di hilbijartina serokê parlemanê de amade bin

kurdistani 07:43 PM - 2014-04-19
Parlementerekî YNK`ê: Emê di hilbijartina serokê parlemanê de amade bin

Parlementerekî YNK`ê: Emê di hilbijartina serokê parlemanê de amade bin

Parlementerekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ew wek lîsteya kesik ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê,ku dema em ji bo hilbijartina serokê Parlemanê bêne vexwendin, emê amade bibin.

Endamê Parlemanê Kurdistanê Salar Mehmûd ku ser bi lîsteya kesik ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye di wêm barê de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku weke çawa me berê daxwaz kiribû ku rûniştina parlemanê ji bo hilbijartina serokê parlemanê, niha jî dema em bêne vexwendin, emê pêşengtiya gişt parlementeran bikin.

Aşkire kir ku di dema borî de jî, me gelek caran hewil daye bo pêkhatina rûniştina fermî ya parlemanê, lê ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Goranê li ser h8inek xalên hevbeş lihevkirine, amadebûna xwe nîşannedane ku rûniştin pêk were.

Salar Mehmûd dazanîn ku heya niha civîn bi dawî nebûne û beşdarbûn an jî nebeşdarbûna YYekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hikûmeta nûh de, wê parlementerên fraksyona kesik weke soza xwe dane milet, wê amadeyî civîn û rûniştinên parlemana Kurdistanê bibin.

PUKmedia-Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket