Waliyê Amedê Mustafa Cahît Kiraç serdana hevşaredaran Amedê kir

kurdistani 06:34 PM - 2014-04-19
Waliyê Amedê Mustafa Cahît Kiraç serdana hevşaredaran Amedê kir

Waliyê Amedê Mustafa Cahît Kiraç serdana hevşaredaran Amedê kir

Waliyê Amedê Mustafa Cahît Kiraç ligel rêvebirê Ewlekariyê Halîs Bogurcû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli kirin, di peywira nû de serkeftin ji wan re xwest....
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, pêşwaziya Walî Mustafa Cahît Kiraç û Midûrê Ewlekariyê Dr. Halîs Bogurcû kir. Cîgirên Sekreterê Giştî Abdullah Sevînç, Şahîn Elhakan û Zulfû Atli jî di pêşwazîkirinê de amade bûn.

Hevşaredar Kişanakê bixêrhatina Kiraç kir û da zanîn ku ew li bajarekî girîng xwedî binbariyeke giran in û ew ê bi hev re hewl bidin ku ji bin vî barî rabin û weha got, “Ez bawer dikim ku bi nezaketa rêveberî û siyasetê em dê bi hev re ji bo berwejendiya bajarê xwe bixebitin. Ez bawer dikim ku hûn jî dê di gel me bin û piştgiriya me bikin.” Kişanak, bal kişand ser potansiyela xurt a bajarê Amedê û weha domand, “Heke em xwe bidin ber barê vî bajarî û xizmeta pêwîst jê re bikin, Amed dê gelekî geş bibe. Em ê pêkola vê bikin û serdana we jî, em wek piştgiriya vê pêkola xwe dibînin.”

Hevşaredar Firat Anli jî di axaftina xwe de bal kişand ser hêviyên ku digel biharê çêbûne û got, “Rojeke weha xweş a biharê, serdemeke nû ya ku hêviyên me bo paşerojê pir geş dest pê kir. Em ê vê heyamê ji bo Amedê xizmetên gelekî baş bikin û em ê bi hev re bin.” Anli bal kişand ku erk binbariyên demkî ne û weha axivî, “Niha em vê erkê bi rê ve dibin, sibê dê hinekî din vî barî hildin. Vê maweyê karê xwe de înşeleh hem hemberî wijdana xwe, hem jî hemberî mirovên ku em ji bo wan kar dikin dê serê me bilind be.”

Walî Mustafa Cahît Kiraç hem hevşaredar pîroz kirin hem jî di şexsê wan de endamên meclisê û encûmen û got, “Karê we pîroz be.” Kiraç da zanîn ku Amed bi teşeyê xwe yê çalak ê herêmê, bi nifûs axwe ya 2 milyonî, bi dîrokeke 12 hezar salî û sûrên 5 hezar salî ve bajarekî aram e û weha axivî:

 “Ji bo parastin, pêşvebirin û gihandina siberojê ya heyberên çandî yên bajêr ên xwezayî yên vî bajarî em mecbûr in gel Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkarî bixebitin.”

Kiraç da zanîn ku ew ê bi hevkarî digel îdareyên xwecihî, hem şaredariya bajarê mezin a navendî û hem jî şaredariyên navçeyan hewl bidin di xizmeta bajarê Amedê de bin û got, “Înşeleh bi saya we, xizmet li cihê mayî dê bidome û bigihêje asteke bilindtir.”

Walî Kiraç bal kişand ku pêwîst e endamên çapemeniyê jî bo xizmeta bajêr bi binbariyên xwe rabin û ji ber helwesta wan a hêsanîker spasîya wan kir.

Piştî hevdîtinê Hevşaredar Kilaşak û Anli çîniyeke ku hêjayên Amedê li ser neqişandiye diyarî Walî Kiraç kir.

PUKnedia-Ş.Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket