Artêşa Tirk li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê welatiyeke Kurd kuşt

kurdistani 05:44 PM - 2014-04-19
wêne ji erşîfê ye

wêne ji erşîfê ye

Roja înê li ser sînorê herêma Rojavayê Kurdistanê Efrînê û Tirkiyê artêşa Tirk welatiyekî Kurd kuşt.

Çavdêrên ku nêzî devra bûyerê bûn ji PUKmedia yê re ragihand ku dema welatiyê Kurd Mihemed Mecîd Mamo ku  bi xwe ji gundê Ereb wêran a ser bi navçeya Raco ve ye, hewlda ji gundê Îkî Damê yê ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ye derbasî alî bakûrê Kurdistanê bibe rastî gulebarankirinê ji aliyê leşkerên Tirk hat, di encamê de Mecîd Mamo   di sîngê xwe de birîndat bû, û jiyana xwe ji dest, welatiyan termê wî veguhestin nexweşxaneya  Afrîn a li bajarê Efrînê ta radestî malbata wî bikin.

Ji aliyekî din ve li gundê Qermîtliq a ser bi navçeya Şiyê a herêma Efrînê ve ye, tevgera ciwanên şoreşger li Efrînê li ser sînor Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina kolandindina Xendaqan û lêkirina dîwaran xwepêşandanek piretestoyî lidarxist, welatiyên navçeya Şiyê û Cindirêsê jî ji aliyê xwe ve beşdarî xweşandanê bûn  û kolandina xendaqan û lêkirina dîwaran  şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ji aliyê komên çekdar  ve Efrîn hate dor pêç kirin û ambargo li ser hate danîn bi hezaran ji xelkê Efrînê û ji ber rewên aborî yên dijwar neçar man berê xwe bidin bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, lê li gorî çavdêr diyar dikin piştî ku li herêma Efrînê Rêvebiriya xweser hate ragihandin hikûmeta Tirkiyê û artêşa Tirk bergiriyên  xwe li ser sînorê bêtir û tund kirin.

PUKmedia / Elînde Ehmed / Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket