Dr. Necmedîn Kerîm: Piştî ragihandina hikûmetê gotina YNK wê hebe

kurdistani 04:18 PM - 2014-04-19
Dr. Necmedîn Kerîm: Piştî ragihandina hikûmetê gotina YNK wê hebe

Dr. Necmedîn Kerîm: Piştî ragihandina hikûmetê gotina YNK wê hebe

Endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û parêzgarê Kerkûkê û serokê lîsta 266 a YNK bo encûmena nûneran a Êraqê li parêzgeha Kerkûkê ragihand ku ew çaverêya wê yekê dikin ku hikûmet bê ragihandin wê demê weku polîtburo û serkirdayetiya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê wê gotina me hebe.

Dr. Necmedîn Kerîm, di hevpeyvîneke taybet li gel kanala Kurdsat newsê de sebaret bi derengktina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê û rêkeftina Goran – PDK û dabeşkirina postan ragihand û got: “Raste pêkanîna kabîneyê gelekî dereng ket lê belê Kurdistan yekem cî nîne ku têde derengketina pêkanîna hikûmetê rû bide. Ezmûnekî me ya nû heye ji ber wê jî baştir bû hikûmet zû pêk bihata.”

Libarê egera derengketinê jî Dr. Necmedîn Kerîm got: “Ew aliyê ku zêdetir dengê dengderan bi dest xistibû Partiya Demokrata Kurdistanê bû ji ber wê jî destpêşxerî ji destpêkê ve heya îro di destê wan de bû. Ji dema ku hilbijartin hatine kirin û heya niha çar rûniştinên me yên fermî li PDK derbarê vê meselê de hatine encamdan.”

Her weha bal kişand ser rêkeftina PDK û Goran jî Dr. Necmedîn Kerîm got: “Îro Partiya Demokrata kurdistanê û Tevgera Goran rêkeftine û diyare jî ew postên ku bo Goran hatine dayîn bi dilê wan e, weha difikirin ku bi wê yekê dikarin ew salên ku opozisyon bûn û ew axaftinên ku kirine , dikarin dirûşmên xwe cî bi cî bikin yan jî ew dirûşmeyên ku bilind kiribûn niha bi awayekî dine ye.”

Dr. Necmedîn Kerîm got: “Em weku Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê YNK dîtina me hebû ku ev hikûmet çawa bête avakirin û bi dilê mebû ku hikûmetek li ser bîngehek fereh bê ava kirinê û weha jî biryar daye, lê belê di heman demê de Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê hêzekî mezine li Kurdistanê û hukimraniya Kurdistanê bi bê YNK div ê demê de gelekî giran e. PDK û Goran rêkeftinek di navbera xwe de kirine û tu rêkeftinek me li ser wê babetê tune ye heya niha .”

Li bare daxuyaniya dawî ya polîtbûroya YNK jî ku amaje bi wê yekê kiribû ku YNK zû hest bi rêkeftinekê di navbera Goran û PDK de kiribû her weha li ser daxwazên YNK jî di danûstandinan de , Dr. Necmedîn Kerîm amaje bi wê yekê kir û got: “Diyare nîgeraniyên Yekîtî çi bûne, Yekîtî çi xwestiye û teqez li wê yekê kiriye ku ji ber ku pêşmerge, asayîş û polîs bi temamî nebûne ye, YNK bi baş dizanî ku yek ji wan herdu wezaretên emîn bi destê YNK de bimîne. Lê diyare PDK weha bi baş dîtine yan weha li gel Goran rêkeftine ku ew 2 post yek jibo PDK be û yê dine jî bo Goran bê. Eve jî yek ji ew egerên ku Yekîtî biryara çûna nava hikûmetê bi vî awayî heya  niha  ragirtiye û biryar li ser nedaye.”

 Li ser pirsa rêkeftina stratejî di navbera YNK û PDK jî Dr. Necmedîn Kerîm got: “Ji destpêkê ve dîtina min weha bû ku dive rêkeftinnameya stratejî li ser tiştên mezin bin wekû, (Pêwendî li gel bexdadê, pêwendî li gel welatên derve, meseleya navçeyên vegetyayî û madeya 140`ê), lê belê weha lê hatibû ku daketibû ser wê yekê ku birêvebirê fermangehekê yan birêvebirê pirsgeha cihekî eger eve deynê dibê ew jî deynê, ji ber vê jî ev curên rêkeftinên stratejî qet sernakevin, çûnkî du hizbên te hene rikberiya siyasî heye, raste tu rêkeftina xwe ya steratejî heye, lê belê her aliyek dixwaze ew bi serkeve. Lê mixabin di vê de Yekîtî stratejiya xwe bi başî birêve nebir.”

Li dawiya axaftina xwe de jî Dr. Necmedîn Kerîm ew yek aşkira kir û got: “Heya niha çûnkê biryarekî mekteba siyasî aYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hebû û merecê bîngehîn bo beşdarîkirina di hikûmetê de ew bû ku ji bilî li cîgirê serokê encûmena wezîran û cîgirê serokê herêma Kurdistanê yek ji wan herdu wezaretan werbigre, niha jî ew herdu wezaret nîne, em çaverêya wê yekê dikin ku hikûmet bê ragihandin wê demê weku polîtburo û serkirdayetiya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê wê gotina me hebe.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket