Liv û tevgera DAIŞ li başûrê Qamişloyê zêde bûye

kurdistani 11:51 AM - 2014-04-19
Liv û tevgera DAIŞ li başûrê Qamişloyê heye

Liv û tevgera DAIŞ li başûrê Qamişloyê heye

Piştî ku ev demeke aramî li navçeyên kurdî li kantona Cizîrê hatiye dîtin, hin jêderan ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şam li navçeyên başûrê bajarê Qamişloyê destpê kiriye.

Şahîdhalên  herêmî ji PUKmedia`yê re ragihandin ku rêxistina DAIŞ hêza xwe li gundên ser bi bajaroka Cezaa û heya Til Berekê zêde kiriye û liv û tevgera wan a leşkerî jî li wan navçeyan zêde bûye û çekên giran û tangent xwe jî anîne navçeyê.

Pêştir Yekîneyên Parastina Gel YPG di meha adarê de agir best ragihandibû, her weha ragihandibû ku ew pabendî agirbestên  û hemû operasyonên leşkerî rawestandin û ketin rewşa parastina rewa di nava sînorên kantona (Cizîr, Kobanê û Efrînê) de.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl - Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket