Gul : Ji bo pêşerojê plana min a siyasetê tuneye

kurdistani 11:41 AM - 2014-04-19
Serokomarê Tirkiyê: Ji bo pêşerojê plana min a siyasetê tuneye

Serokomarê Tirkiyê: Ji bo pêşerojê plana min a siyasetê tuneye

Serokomarê Tirkiyê Ebdula Gul ragihand ku li gor şert û mercên niha ji bo pêşerojê plana min a ku ez di siyasetê de cih bigirim tuneye.

Bi daxuyaniyekê li gel rojnamevanan serokomarê Tirkiyê Ebdula Gul ragihand: "Pêvajoya hilbijartina Serokomariyê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve tê diyarkirin. Ez ewilî vêya bibêjim, ez wisa bawer dikim ku pêvajoya hilbijartina vê serokomariyê dê gelekî baş be. Lewra ew qeyran, gengeşî û pirsgirekên ku me berê dîtin dê neqewimin.

Gul got: Di vê demê de helbet dê namzed derkevin û ev yek jî di rojên pêş me de dê diyar bibin. Mijarên ku min û Serokwezîr Receb Teyîb Erdogan eleqedar dikin em ê werin bal hev û li serê xeber bidin."

Gul di dawiya daxuyaniya xwe de got: Ez dixwazim vê yekê jî bi were parve bikim ji bo pêşerojê plana min a ku ez di siyasetê de cih bigirim tuneye.

Hêjayî gotinê ye ku pêştir cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc jî gotibû ku ewê  piştî vê dewreyê dev ji siyasetê berde û êdî siyaset nake.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket