Emerîka û Rûsya jibo Ukrayîna lihev kirin

kurdistani 03:50 PM - 2014-04-18
Emerîka û Rûsya jibo Ukrayîna lihev kirin

Emerîka û Rûsya jibo Ukrayîna lihev kirin

Li Cinêvê Emerîka, Yekîtiya Ewrupayê û Rûsya, Ukrayina civiyan û ji bo kela aloziya li Ukrayinayê bişkênên li hev kirin.

Wezîrê derve yê Emerîkayê John Kerry piştî hevdîtina ku nêzîkî 9 demjimêran dewam kir digel nûnera bilind ya polîtîkaya ewlehî û têkiliyên derve ya Yekîtiya Ewrupayê Catherîne Ashton civîna çapemeniyê li dar xist.

Kerry got ku di dawiya civînên îro de wan li hev kirine, dê ji bo kela aloziyê ya li Ukrayinayê bişkênên û ewlehiya Ukrayniyan dîsa pêk bînin, gavên berbiçav biavêjin.

Wezîr derve yê Emerîkayê got: "Me li hev kir êdî hemû alî ji şidet û çalakiyên provokatîf dûr bisekinin û gefan li hev du nexwin. Em hemû alî nîjadperestî û antî-semîtîzmê dûr disekinin, xweşnedîtinê şermezar dikin û qebûl nakin."

Rûniştin carinan bi beşdarbûna du aliyan carinan jî bi beşdarbûna çar aliyan hatin kirin. Ji bilî Kerry û Ashtonê eezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê karên derve yê Ukrayinayê Andriy Deşçîtsa beşdarî civînê bûn.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket