Avahiya birêveberiya berengarbûna tundûtîjiya dijî jinan hate vekirin

kurdistani 12:49 PM - 2014-04-18
Avahiya birêveberiya berengarbûna tundûtîjiya dijî jinan hate vekirin

Avahiya birêveberiya berengarbûna tundûtîjiya dijî jinan hate vekirin

Bi serpereştiya parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih duh roja pêncşemê 17/4 di rêûresmekê de avahiya birêvebrtiya berengarbûna tundûtîjiya li dijî jinan li navçeya Qirge a ser bi parêzgehê hate vekirin.

Her weha di merasîma vekirinê de birêvebirê berengarbûna tundûtîjiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê Kurdo Omer û hejmarek ji birêveber û nûnerê rêxistina jinan û hejmarek ji birêveberên kerta tendirustiyê û perwerdê û lêkolerên civakî û rewşernbîrên Silêmaniyê jî amade bûn.

Di nava merasîmê de raportek berfereh ku têde çalakî û karên birêveberiyê hatin nîşandan û têde birêvebirê berengarbûna tundûtîjiya li dijî jinan li herêma kurdistanê bi gotinekê ragihand ku asta tundûtîjiya li dijî jinan kêm bûye ku di sala 2012`an de nêzîkî 1554 dozên tundûtîjiya li dijî jinan hatibûn tomar kirinê lê di sala 2013`an daket 1217 dozî.

Kurdo Omer teqez kir ku tundûtîjiya li dijî jinan bi taybetî li bajarê Silêmaniyê gelekî kêm bûye û div ê bare de jî spasiya xwe bo erkê parêzgarê Silêmaniyê ku div î warî de piştgîriya dazgeha wan kiriye anî ziman.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket