Mamosteyên Hewlêrê yada Enfalê bi bîr tînin

kurdistani 12:33 PM - 2014-04-18
Mamosteyên Hewlêrê yada Enfalê bi bîr tînin

Mamosteyên Hewlêrê yada Enfalê bi bîr tînin

Bo bilind ragirtina yada 26 salvegera karesata binavê enfalê, roja 14/4/2014 li hola birêveberiya çalakî ya dibîstanan li bajarê Hewlêrê heştemîn pêşangeha şêwekarî a hevbeşî mamosteyên hunerî ên sînora parêzgeha hewlêrê hate vekirin.

Bi amadebûna jimarek ji berpisên hikûmî û mamoste û xwendekar û hunermend û rewşenbîran heştemîn pêşangeha şêwekarî bo 105 mamosteyên hunerî hate vekirin û di wê pêşangehê de mamosteyên hunerî çend tabloyek hunerî û şêwekarî nimayîş kirin ku berhema wan a salêkê bûye.

Bi daxuyaniyekê serpereştyarê giştiyê pêşangeê mamoste Hoşyar Wahid Mercan ji PUkmedia`yê re ragihand: Me di destpêka salêde keresteyên hunerî bi ser mamosteyan de belav kirin û salane pêşangeha hevbeş em vedikin.

Mercan got: Îsal bo bilind ragirtina qurbaniyên wê karesatê me pêşangeha xwe di yada Enfalê de vekir.

PUKmedia/Pêşrew Xalid- Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket