Hewlêr: Kîmyabarankirina dola Balîsan û Xoşnawtî hate bîranîn

kurdistani 11:17 AM - 2014-04-17
Hewlêr: Kîmyabarankirina dola Balîsan û Xoşnawtî hate bîranîn

Hewlêr: Kîmyabarankirina dola Balîsan û Xoşnawtî hate bîranîn

Bi yada 27`emîn salvegera bombekirina dola Balîsan û gundên Şêx Wesanan (Dola Xoşnawtî), wezareta şehîdan û karûbarê enfalkiriyan duh bi hevkarî li gel rêveberiya Balîsdanê roja 16/4 merasîmek lidar xistin ku têde wezîrê şehîdan Aram Ehmed Mihemed û hejmarek berpirs û xelkê naçeyê amadebûn.

Di merasîmê de Aram Ehmed gotarek pêşkêş û têde bal kişand ser tawanên rêjîma jinavçûyî a Baesê û got: Ev navçeye hêlîna pêşmergeyan bû û lendika şoreşên Kurtdî bûn. Wezîrê şehîdan diyar kir ku ew xaniyên ku jib o xwediyên şehîdan li Balîsanê têne avakirinê gihêştine qonaxa dawiyê û ewê li ser kesûkarên şehîdan bêne belav kirinê.


Piştî xwendina gotaran grupa hunerî aheng bi xwendina helbestan û pêşkêşkirina şanoyekê li ser bombebaran kîmawî li ser navçeyê nîşan dida û piştre jî baxê gulan danîn ser gorên şehîdên dola Balîsan û Şêx Wesanan.


PUKmedia/Fuad Osman-Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket