Holanda.. salvegera 26 ya keraseta Enfal hate bi bîranîn
kurdistani 09:36 PM - 2014-04-15Holanda.. salvegera 26 ya keraseta Enfal hate bi bîranîn
Navenda rêxistinên demokratîk li derve û rêxistên Kurd li Holanda roja 13 / 4 / 2014`e, li bajarê Dinhax bi bona 26 salvegera keraseta Enfal û cinosayîdkirina gelê Kurd bi amadebûna hejmarek mezin ji nivîskar, siyastmedar, parlemanter û kesayetiyan û çalakvanên civaka sivîl û girseyek ji kocberên Kurd li Holanda merasîmeke bi heybet birêve birin.
Merasîmê bi xulekeke rêz girin li cangoriyên keraseta Enfal û şehîdan dest pê kir, piştre komeke şano, derbarê kerasta Enfal şanoyek bi amadekariya şanoger hunermend Bako Soranî û mûzîka heme Bekir bi tev hejmarek ji lîstikvanên keç û xort ji koma şanoya bê sînor pêşkêş kirin.
Her wiha bi operesyonên Enfalkirin û cinosayîdkirina gelê Kurd ve girêdayî pêşengeheke wêneyan hate pêşkêş kirin, di pêşengehê de hejmarek ji wêneyên terewende derbarê keraseta Enfalan de bi amadekariya Şexewan Ekrem Dokanî hatin pêşkêş kirin.
Pişt re hejmarek ji lêkolînên zanistî û dikomenterên dîrokî bi tewanên Enfal ve girêdayî hatin pêşkêş kirin, di yek ji lêkolênan de serokê berê yê Dadgeha ceza ya bilind a Êraqê Hakim Aso Mihemed Sofî derbarê dosya Helebçe û tewanên komkujiyê û pirsa naskirina doza Helebçe û operesyonên Enfal de axivî.
Ji aliyekî din ve parlemanter Yunis Goran ku di heman demê de namzetê lîsta Partiya Sosyalît a Holanda ye ji bo Parlemantoya Ewropa tekez li ser wê yekê kir ku Partiya wî ji ber ew keraseta bi êş bi ser gelê Kurd de hatî xemgîne û ew ligel hejmarek ji rêxistinên Kurd xebat dikin û tevger dikin ku Monumota sembola komkujiya Helebçe (Omer Xawer ) li roja 29 / 4 / 2014`e li pêşberî rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW) bête bi cih kirin.
Di dawiya merasîmê de beşdarên merasîmê bi baxên ji gulên spî hatin xelat kirin, ev merasîm bi ji aliyê saziyên YNK`ê ( Ragihandina navênda rêxistinên derve, navenda rêxistinên Demokrat li derve, komîta rêxistinên Holanda, nûnertiya YNK`ê û pêşmergeyên dêrîn ) hate saz kirin mû birêve birin.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25