Li Silêmaniyê kampanya alikariya bo Rojava bi dawî bû

kurdistani 05:13 PM - 2014-04-14
Li Silêmaniyê kampanya alikariya bo Rojava bi dawî bû

Li Silêmaniyê kampanya alikariya bo Rojava bi dawî bû

Li Silêmaniyê Koma Alikariya bi Kurdên Rojava re (GHKR) ku kompanyayek jî bo alikariya Rojavayê Kurdistanê, dabû destpêkirin bi dayina daxiyaniyekê bi dawî bû.

Li Silêmaniyê koma Alikariya bi Kurdên Rojava re (GHKR) ku jî beriya heftiyekê kmpanya jî bo alikariya bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re dabûn destpêkirin, îro lî ber Nusingey Parlamantoya Kurdistanê yê bajarê Silêmaniyê bi dayina daxuyaniyekê, dawi li kompanya alikariyê anîn û encama alikariya ku hatiye komkirin ji bo raya giştî aşkere kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê GHKR’ê Rizgar Rewşenî ve hate xwendin. Rewşenî di daxuyaniyê de encama alikariya ji bo Kurdên Rojava hati komkirin diyar kir û got ku: “ Lî ser bangawaziya YPJ û YPG’ê ji bo piştgiriya Kantona Kobanê me kompanya alikariyê dabû destpêkirin, herçendî di van demên dawîde li Herêma Kurdistanê pirsgirêka nedana muçeyên karmendan heye jî, li rexmê wê jî gelê Silêmaniyê bi awayeki baş nêzi kompanyaalikariya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn’’.

Rewşeni  da diyarkirin ku heya niha; ‘’ 13 milyon û 143 hezar dinar, hezar - sed û sîh dolar’’ hatiye komkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragehandin ku di demek kurt de wê, alikariyên hatine komkirin bigihinin destê Saziya Heyva Sor a Kurdistanê  li Rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket