Çemçemal: Merasîma salvegera karesata Enfalê birêve çû
kurdistani 02:48 PM - 2014-04-14Çemçemal: Merasîma salvegera karesata Enfalê birêve çû
Îsal ji salên din cudatir yada 26`emîn salvegera karesata Enfalê bi awayekî hêja hate kirin.
Îro 14/4 li monomênta Enfalê li bajarê Çemçemalê bi amadebûna kesûkarên serbilind ên şehîdên enfalkiriyan û nûnerê serokomarê Êraqê Qubad Talebanî, nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Muhîb Barzanî, yada 26`emîn salvegera karesata enfalê bi dirûşma ji rundikan berve hêvî hate kirin.
Merasîm bi xulekek westan ser cane pakê şehîdên enfalê destpê kir û piştre gotara rêveberiya Çemçemalê ji aliyê qeymeqamê Çemçemalê Amanc Mihemed ve hate xwendin û di gotina xwe de qeymeqamê Çemçemalê bixêrhatina mêvanên ku beşdarî li yada karesata enfalê kirine kir û spasiya partiyên siyasî jî ku îroj bangeşeyên hilbijartinê weku wefayek bo cane pakê enfalkiriyan rawestandine kir.
Amanc Mihemed got: îro li hizûra rihê pakê enfalkiriyan em sekinîne û soza xwe bo wan dupat dikin ku xwîna wan bi hedir naçe û emê azadiyek zêdetir li welatê xwe berceste bikin.
Her weha di axaftina xwe de qeymeqamê Çemçemalê çend daxwazî arasteyî hikûmeta herêma kurdistanê jî kir ji wan daxwaz kir ku Çemçemal bibe paytexta şehîdan û xizmeta zêdetir bow î bajarî bête kirin, ji ber ku ev bajar di dema borî de pişka şer ya qurbaniyên enfalê berkeftiye.
Piştre wezîrê şehîdan û karûbarê enfalkiriyan mamoste Aram Ehmed gotara hikûmeta Herêma Kurdistanê xwend û di gotina xwe de spasiya kesûkarên serbilind ên şehîdên enfalê kir ku hertim xweragirbûn li asta ew qurbaniyên ku pêşkêşî bi ax û welatê xwe kirine de.
Aram Ehmed gotî: Ev destkeftiyên îro li saya qurbaniyên enfalê hatine cî û pêwîste hemû van destkeftan biparêzin. Her weha nîgeraniya xwe jî ji hikûmeta herêma Kurdistanê re diyar kir ku heya niha li hemberî hikûmeta navend nekariye qerebûya warisên şehîdên enfalkirî bikin.
Li dawiya gotara xwe de jî wezîrê şehîdan û enfalkiriyan soza xwe bo warisên şehîdan û enfalkiriyan dupat kir ku hikûmeta Herêma kurdistanê xizmeta zêdetir bo wan pêşkêş bike.
Her di merasîmê de gotara kesûkarên şehîdên enfalkirî jî hate xwendin û têde destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku kariye xizmetên berçav bo warisên şehîdên enfalkirî pêkêş bikin her weha daxwaz kirin ku bi giringî temaşeyî dosyeya enfalê bikin bo nasandina wê dosyê bi jenûsîd li cîhanê her weha daxwaz kirin ku hikûmeta Herêmê karesata enfalê bixin programên xwendinê de.
Di beşek din a merasîmê de tace gula serokomarê Êraqê û serokê Herêma kurdistanê û hikûmeta herêmê û aliyên siyasî danîn ser sembola şehîdên enfalê hate danîn.
PUKmedia/Herdî Ebu Bekir
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19