"Enfal karesata karesatan e.. "

kurdistani 11:47 AM - 2014-04-14
Enfal karesata karesatan e

Enfal karesata karesatan e

Seddam Husên li Başûrê Kurdistanê hovitiyeke mezin meşand. Navê vê hovitiya ku mirovahiyê ji xwe şerm kir Enfal e. Di Komkujiya Enfalê de hemû rêbazên dermirovî hatin bikarnanîn. Bi hezaran gund hatin wêrankirin. Di Komkujiya Enfalê de ku bênavber 7 mehan berdewam kir de bi sed hezaran kurdistanî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi qasî vê hovîtiyê bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê komkujiyê mijara nîqaşê ye. Komkujiya Enfalê wekî ‘Kareseta karestan’ tê binavkirin

Enfal navê wê ji sureta heştemîn a Quranê ye û di wateya Xenîme de ye û ev peyva Enfal ji bo Xenîmeyên şer ê navbera misilman û hêzên ne misilman de 1400 sal berê di dema Hz. Muhemed de hatiye bikaranîn. Seddam ji bo komkujiyên ser kurdan rewa bike wateya Enfalê guherandiye û ew ji bo xwe bi kar aniye. Bi taybetî jî piştî belavbûna tevgera hêzên başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de komkujiya li ser kurdan zêde bû. Ji salên 1975’an şûnde gundên kurdan hatin hilweşandin û şewtandin. Wê demê Serokomarê Iraqê Seddam Husên di televîzyona fermî de digot ku ‘Kesên îxaneta niştimanî ya axa Iraqê kirine me ew şandin dojehê’. Ev axaftina Seddam hişt ku komkujiya li ser kurdan zêde bibe. Di vê çarçoveyê de operasyonên qirkirinê yên bi navê ‘Enfal’ pêk hatin. Komkujiya Enfalê di 23’yê sibata 1988’an de dest pê kir û bênavber heta 27’ê îlona 1988’an berdewam kir.

Operasyonên Enfalê ji aliyê hêzên hewayî û bejayî yên artêşê, hêzên asayîş, polîs, cerdevan û hêzên îstîxbaratê pêk hatin û ji aliyê Alî Hesen Mecîdê pismamê dikatatorê berê yê Iraqê Seddam Husên ve hat koordînekirin.

Di encama van operasyonên Enfalê de 182 hezar kurd hatin windakirin û niha jî dem dem cenazeyên wan di gorên komî da tên dîtin. Kesên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin zêdetir zilam bûn. Her wiha jin jî heta niha vê êşa dermirovahî dijîn. Alî Hesen Mecîd ku ji aliyê kurdan wekî Alî Kîmyewî tê nasîn ji ber bikaranîna çekên kimyewî di komkujiya Helepçeyê de ji Seddam xelat wergirtibû.

Alî Kîmyewî di civîna gulana 1988’an de ya Partîya Baasê ku li Kerkûkê pêk hat de plana tunekirin û şewitandina gundên başûrê Kurdistanê bi taybetî jî herêma Germiyanê aşkera kir. Alî Kîmyewî di vê civînê da dibêje ku ‘Ji bo em planên xwe yên tunekirina kurdan serkeftî bi encam bikin divê em milyonek belavok ên bi zimanê erebî, soranî û behdînî çap bikin û li hemû qadên Başûr belav bikin. Di belavokan de em bang li kurdan bikin ku kesên bên teslîm bibin dê bên efûkirin. Heke ew vê banga me qebûl nekin û bi çekên xwe neyên teslîm nebin em ê çekên kîmyewî bi kar bînin û wan tune bikin.”

Oprasyonên Enfal bi heman şêwaza qirkirna cihûyan a li Almanyaya dema nazîyan pêkanîn , despêkê di qonaxa yekemîn da cih û kesên werin tunekirin hatin destnîşankirin û ji bo wê jî di sala 1987’an de hejmartina nufusê pêk anîn. Di qonaxa duyemîn de gundî li wargehan kom kirin û li wir bi cih kirin. Di qonaxa sêyemîn de jî hatin qirkirin û di gorên komî de zîndî hatin binaxkirin. Ajokarên dozerên ku wê demê kurd bi zindî bin ax kirin, piştî serhildana 1991’an li xwe mikur hatin û cihê gorên komî nîşanî rayedaran dan

Dewleta Iraqê ji bo cara yekemîn di 16’ê nîsana 1987’an de çekên kîmyewî di êrişa ser gundê Şêx Wesanan a herêma Xoşnawtî nêzî Hewlêrê ye bi kar anî. Dewleta Iraqê demeke dirêj bû ku dixwest vî planî bi kar bîne, lê ji ber şerê li hemberî Îranê nikarîbû bi du aliyan re şer bike. Li gorî biryara hejmara 160’an a serokatiya Partîya Baasê di 2’yê adara 1987’an Alî Kîmyewî ku hat pêywirdarkirin û di bin navê dê li Başûr aramî çêbibe dest bi hemleyên qirkirinê kirin. Alî Kîmyewî ku piştî Kerkûk ket destê serhildêran dibêje ku ‘Şêwirmendên taburên parastinê hatin cem min û min ji wan re got gundên xwe vala bikin. Ger ku hûn vala nekin ez ê bi çekên kîmyawî êrîşî we bikim’.

Piştî vê axaftinê gundiyên derdora Kerkûkê bi êrîşên hovane re rû bi rû man. Artêşa Iraqê dest bi şewitandina gundan kir. Her wiha bîr û kaniyên gundan çikandin û mal û milkên wan bi darê zorê desteser kir.

Qonaxa herî dijwar û hovane ya operasyonên Enfal qonaxa sêyemîn bû. Ji ber ku ev qonax di meha nîsanê de li herêma Germiyan dest pê kir û zêdetirî 70 hezar kesî bi awayekî hovane hatin qetilkirin û windakirin. Ji bo vê komkujiyê jî roja 14’ê nîsanê wekî roja Enfalê hat qebûlkirin. Di operasyonên Enfalê de rola herî qirêj û diwar rola cerdevanan bû. Di dema komkujiyê de cerdevanên dibin fermandariya zêdetirî 400 sercerdevan de bi awayekî çalak tevlî vê komkujiyê bûn. Cerdevan li pêşiya artêşê derketibûn nêçîra kurdan. Piraniya van sercerdevanan ku destê wan di qirkirina kurdan de ne, hîn jî li Başûr serbest digerin. Hin ji wan jî di nava partîyên siyasî de cih digirin. Balkêş e ku hemû belgeyên operasyonên Enfal piştî sala 1991’an di bin navê parastinê de birin Amerîkayê û niha hemû li kongreya Amerîkayê ne. Ev jî gelo Amerîka dixwaze rola xwe ya di qirkirina kurdan de veşêre tîne bîra mirovan.Tiştê ji Komkujiya Enfalê dijwartir pirsên bê bersiv a piştî serhildana sala 1999’an û helwesta rêveberîya Herêma Federal a Kurdistanê ye. Wextê ku mirov bi kesên ku ji vê komkujiyê xilas bûne re diaxive her tim gotina ‘Enfal didome’ bi kar tînin. Hîn jî pir kes hene ne tenê di asta navneteweyî de, lê di asta herêmî û bi giştî li Kurdistanê nizanin Enfal çi ye? Çawa çêbûye û çi encam bi xwe re aniye?

Hîn jî jinên ji vê komkujiyê rizgar bûne bi pirsgirêkên pir cidî yên derûnî, civakî û aborî re dijîn. Enfal hê jî ji bo wan girî, lorîn, kincên reş , xwîn û tarîtiyê îfade dike. Gelek jinên ku ji vê komujiyê rizgar bûn ji bo jiyana zarokên xwe bidomînin neçar man pir karên zehmet bikin. Hîn jî naxwazin bawer bikin ku kes û karên wan êdî venagerin. Di vê komkujiyê de bedena zilamên wan hatin enfalkirin û qirkirin, lê ji bo jinan jî jiyana wan hat qirkirin.

Wextê ku mirov pirsan ji wan bike li ser dema operasyonê dibêjin ‘Em çima li jiyanê hiştin. Ji bo ku em êşê bikêşin em sax hiştin’.

Armanc ne tenê kuştina fîzîkî bû, lê kuştina ruh û hebûna gelekî bû ku ji dîroka mirovahiyê re dayiktî kiriye. Enfal hîn jî zîndîye û ne guftûgo û ne lêkolînên cidî li ser nehatine kirin. Hê jî pênaseya rast jê re nehatiye kirin. Di be ku wezaratêk li ser navê operasyonê hatiye peywirdarkirin lê hîn jî ji rastiya çareserîya pirgirêkan dûr in. Hem di asta navneteweyî de û hem jî di asta hundirîn de ji bo dermankirina birîna Enfalê hê jî gavên pêwîst nehatine avêtin. Wekî ku Lêkolînerê Phîlîp Sipînser ji bo komkujiya cihûyan dibêje ‘kareseta karesetan’, lê mirov vê yekê dikare ji bo Komkujiya Enfalê bibêje.


NECÎBE QEREDAXÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket