Ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) Bang û Daxuyanî
kurdistani 05:44 PM - 2014-04-13Ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) Bang û Daxuyanî
Di 1ê nîsana 2014ê de, li Amedê, Komîteya Amadekar ji boyî damezirandina şaxê (HRRK)eyê civîna xwe ya yekem li dar xist.
Di civîna yekem de, komîteya Amadekar, rewşa sûryayê û Rojavayê kuedistanê û rewşa giştî ya tevger û bizava rewşenbîriya kurd û pêwistiya berfirehkirin û kûrkirina bandora rewşenbîran nirxand û di serencama gengeşe û guftûgoyên piralî de, Komîteya Amedar ev xalên jêrîn çespand û biryar da ku xebateke germ ji boyî pêkanîna wan pêk bîne:
1. di yekê hizêrana 2014ê de(01.06.2014), dê bi navê konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, yekem konferansa damezirandina şaxê HRRKeyê li Amadê li dar bikeve.
2. Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi riya emaila taybet a komîteyê daxwaza beşdarbûna xwe bişînin û cih û bajar û pîşeya xwe destnîşan bikin.
Emaila komîteyê ya ji boyî beşdarbûnê jî ev e: [email protected]
3. Hemî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Turkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê dimînin(Nivîskar, helbestvan, şêwekar, şanoger, sînemager û rojnamevan , medyager û mûzîkjen) dikarin beşdarî konferansê bibin. Di vê çarçeweyê de, Komîteya Amadekar banga xwe ya dilsojane digihîne hemî rewşenbîran ku bi çalakî beşdarî damezirandina şaxê HRRkeyê bibin û bi tenê li bin sîwaneya wijdanekî rewşenbîrane xwedî li erkên xwe yên neteweyî û dîrokî derkevin.
4. Armanca sereke ya konferansê dê rehdaçikandin û çespandina karê hevbeş û saziyane yê rewşenbîran be û gurkirina pirsên çend û hunera kurd be. Avakirin û berfirehkirina gorepana dezgehekê ku bikaribe hemî rewşenbîran himbêz bike û bikaribe li derveyî helwest û paşxaneyên siyasî tevbigere dê armanceke din ji armancên avakirina şaxê HRRKeyê be.
5. Ev bang û daxuaniya me; di heman wext de, vexwendinname ye jî. Kesê ku cihê xwe di konferansê de bibîne dikare bê qeyd û merc di riya epeyama jorîn re peywendiyan bi me re bike û bîr û boçûnên xwe derbarê konferansê binivîsîne û ragihîne.
6. Ji boyî çûn û hatinê, mêvandarî û pirsên aborî yên endamên konferansê, Komîteya Amadekar berpirsiya hemî pirsgirêkan dike û xwe dide ber hemi barên endamên konferansê.
Hûn bi xêr û xweşî werin
Hevgirtina Reşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)
Komîteya Amadekar a konferansê Amedê
09. 04. 2014
[email protected]
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26