Kobanê: 18800 xwendekar perwerdeya zimanê Kurdî dîtin

kurdistani 02:53 PM - 2014-04-13
Kobanê: 18800 xwendekar di perwerdeya zimanê Kurdî re derbas bûn

Kobanê: 18800 xwendekar di perwerdeya zimanê Kurdî re derbas bûn

Li herêma Kobanê saziya Zimanê Kurdî (SZK) di nava 2 salan de 18 hezar û 800 kes di perwerdeyên zimanê kurdî re derbas kirin. Her wiha 22 navendên fêrkirina ziman hatin vekirin û li 340 dibistanên fermî dersên kurdî hatin dayîn.

Li herêma xweser a Kobanê xebatên zimanê kurdî demek dirêj e têne meşandin, lê xebatên ku berê ji ber pêkutiyên rejîmê bi veşartî dihatin meşandin, bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an re, êdî bi awayekî fermî hatin domandin.

Saziya zimanê Kurdî (SZK) jî di sala 2012’an de, xebatên xwe di çarçoveya sîstema sazîbûnê û hîn bi rêkûpêktir domandin. Di çarçoveya xebatên ku ev 2 salin dom dikin de hem navenda SZK’ê ya Kantona Kobanê, hem jî 8 şaxên saziyê hatin vekirin. Her wiha li herêmên rojhilat, rojava û başûrê Kantonê 14 navendên fêrkirina ziman hatin vekirin. Li van navendan jî dersên zimanê kurdî yên asta yekem, duyem û sêyemîn hatin dayîn.

Ji bilî vekirina navendên fêrkirina kurdî, li 340 dibistanên fermî jî, dersên zimanê kurdî hatin dayîn. Li van dibistanan jî, mamosteyên dildar û yên ku ji perwerdeyên ziman bawername girtine, dersên kurdî dan.

Di nava vê demê de li tevahiya herêmê bi giştî 18 hezar û 800 şagirt di perwerdeyên zimanê kurdî re hatin derbaskirin. Ji van hezar û 800 di 3 mehên sala 2014’an de hatine perwerdekirin. 

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket