Li Ser Nêrîna Kevneşopî

kurdistani 05:36 PM - 2014-04-07
Li Ser Nêrîna Kevneşopî

Li Ser Nêrîna Kevneşopî

Di gerdûna mirovan de obje cîhekî girîng digire. Ev objeyên ku paşerojê tîne bîra mirov bi alîyeke din ve şewqa mirov bi xwe ye. Jiyana ku ji objeyan pêk te û mirov bi xwe jî di nav wê de dijî. Her çiqas di dema niha de be jî, ev yek di nava xwe de rêzedemekî dihewîne. Ev rêzedem wek şerîteke fîlmekî bûyer ango bîranînên cur be cur tîne bîra mirov (Assmann,2001:25). Kevneşopî rêç û “şopek’’ e. Ev şop carna çanda devkî ye ku ew jî fikrandineke ango xwe îfadekirineke cûda ye. “Şop” li ber serê me, cîhê ku em lê dinihêrin, di bedena me de, di nav tiştên ku em dest didin ser de, li derve, li hûndir û li her derê gerdûna mirov dagir kiriye. Ew şopên pirhêjmar yen paşerojê…

“Tevahî kiryarên mirovan yên ku di paşerojê de pêk hatine bi tenê bi riya şopên ku dû xwe hiştine tê zanîn. Ev şop car dibe hestiyên ku hatine veşartin li eniyên ro maye, carna dibe nêrîngeheke normana ku bi tenê dîwareke ji we maye, carna jî dibe peyveke nû hatiye kifşkirine di nivîsên yewnanî ku ev peyv bikaranîna xwe ve fikrekî ango nêrîneke zelal dike. Ev mînakên me anîn ziman, nîşanên ango hêmanên kirûyekî bi lebaten hissî ve tên fehmkirine ne. Lê bi alîyeke din ve derfeta ku mirov rasterast bigihêje wê kirûyê jî nemaye” (Connerton,1999:25).

Di salen 1980’an de gelek zarokên kurd li gund û bajarên di qada pêşketine de nebaş ango zedetir di jîyaneke xwazîye de mezin bûn. Zarokên ve nifşê hîn jî şahidên çîrok, wêne û figûrên yên ji demên berê dibûn. Ev tiştên ku şahid dibûn hêmanen çanda devkî ne. Bi rastî ev hêman bi saya serê pevajoya modernîzma Tirkiye ya bi lez dihatin ji bîrkirin an jî ji bîrvekirinê bûn. Ev nifşa ku ez bi xwe jî di nav de mezin bûm, bi şêweyên fikrandine ya di çanda devkî ve hatiye hûnandin de û bi şert û mercên an jî bi têşe û awayên ne-modern de jîyana xwe derbas kirin. Li bajarên ku em bi zorê an jî bi dilê xwe koç kirin de, me dît ku çawa kal û pîrên me xwe bi kevneşopiyan girtin û bernedan. Ber bi dawiya sedsala 20’an de, ew nifşên di nav bombedumanên modernîzma teknolojik ya bilez de dîtin. Bi taybetî salên 1980’an de kurdên ji gundên xwe koçê gettoyên bajarên mezin bûne zêdetir xwe bi kevneşopiyên xwe girtin. Ev helwesta wan li hember veguherinên bilez ya modernizmê, nêrîna kapitalizmê ya bi awayekî hundirê wî vala û homojen de me dihesibîne û dîsa li dijî bi awayekî hovane li her tiştî metakirina kapitalizmê bû. Li ber van hemû êrîşan koçberan xwe avêtin ber bextê bîra xwe ango bi bîra xwe himbêz kirin. Ji ber ku bîr çiqas dem derbas dibe winda dibû. Bajarên modern û mezin “di çarçoveya aboriya perê de gerdûn veguhastine problemeke matematik pedandine ’’(Simmel, 2006: 89). Bandora van tiştên me vegot tevahî bi awayeki tenêkirin û serêxwekirine li ser kurdan bû. Ev tesîr nav kurdan de di serî de bû sedema xwestina vegera jiyana devkî. Ew tiştê ku dixwestin ango çanda wan a berê ya xwezayî û komelayî ji bo wan stargeheke germ bû.

‘‘Bir beri her tişti li hember bi alikariya meta ve tiştbûyina kapitalizme re wek panzehireke hez û jiyani berxwe dide. Bi wi re bir gaveke giringe ji bo girankirina pevajoyen kiran agahiyan; berx- wedana li diji xelandina deme ya di nav senkronizma arşivan de û ji nû ve bi destxistina şeweyeki fkrandine ya be cihana ku ji şibandin, herikandina bilez ya agahiyan û toren qabloyan pek te. Paşe bir di nav gerdûneke bi piroleti agahi le hatiye barkirin, heterojeneke ku gelek caran gefxwur û mirovan gej dike û be hemdemiye de weki deriyeke din rola xwe dilize” (Huyssen, 1999: 19)

Di nav me de ew kesen ku behtir modernist bûn ji van kevneşopiyan nefret kirin. Li gori wan hewce bû ku civak were ‘‘ ronikirin’’ û şeweyen tekiliyen ‘‘paşverû’’ di nav gel de bihata paqijkirine. Ew kesen ku pişta xwe dabûn hipotezen teoriyen modernizma klasik tişten kevneşopi wek hoviti û dema wan bori dipejirandin. Bi vi awayi van mirovan demen peşiye kevneşopiyan wek regezeke dema feodalizme û şeweyen jiyana kevneperest ditin.(Özbek, 2003: 33) Di navbera kevneşopi û van kesen ku me qala wan kir de hin ji nakoki û pevçun didomin.

Le bele yen behtir kevneşopgeren me, kevneşopiyan wek hesreteke romantik mezinkirin. Li ber çaven wan kevneşopi ew tişte ku em ji ji pek ten ‘‘puxt’’ bi xwe bû. Lewra ji bo ku ‘‘puxt’’ ji desten me neçe ango neye windakirin, hewce bû ku kevneşopi were jiyandin û parastin. Di nav pevajoya netewibûna Kurdan de bi tay- beti salen 1990’an de ew kesen ku me li jore behsa wan kir ango her du aliyen ku kevneşopiye bi nerinen cuda diniherin kevneşopi birin kirin navenda plansaziya netewibûna Kurdan. Kevneşopi ji vi deme pe ve li gori plansazi netewbûna Kurdan hate hilberin û hin ji hilberina we didome.

Gelo em kevneşopiye çawa bihesibinin ango çawa bifikirin? Em kevneşopiye wek forma civakibûneki ideal û beqisur bibinin? An ji bi reyeke direj û zehmet ve em kevneşopiye gerdûneke nû ve -utopyaya şoreşgeri- (Löwy, 1999: 219) girebidin? Be gûman hewceye ku em kevneşopiye ji desten tiştebûyinkirina (metakirin) kapitalizme, kategorizekirina hişk ya modernizme, kevneperestiye û neteweperestiya bi hov rizgar bikin. Jin û mer, xizan û dewlemend hwd ji her çini ew gele nexwendi û nenivisandi, çanda devki û kevneşopiyan heya iro bi xwe re anin. Di nava tişte ku anin de xwesteken wek maf, edalet, wekhevi ji bili van disa xwazi û hesreten cur be cur yen civaki hene. Xwasteken civaki mina hesteki, gotineki û dengeki hevpar cihe xwe di nav kevneşopiyen devki de digirin. Ev deng û gotinen ku gihiştine roja me dive wek peyameki wek mizginiyeki hez bide utopya şoreşgeri ya peşeroje, disa berawestand dive xwe biaveje nav xewnen civakeki beçin yen guhdarvanen ber qirin û gaziyen çirokbejan. Ev peyama ku ji tinebûne filitiye xwe avetiye ber bexte me lazim e ku bibe wek stargeheki ango nişana berxwedane li diji tinekirina kapitalizme. Di derbare ve mijare de ka werin em bere xwe bidin gotinen Walter Benjamin;

‘‘Hebûna kevneşopi bi xwe û ew kesen ku kevneşopiye didomi- nin ango wergirtine di bin talukeye de ne. Ew tişte ku her duyan re ji gef dixwe yek e. Ev gef beguman listokbûna ango amûrbû- na çina serdest e. Li hember konformizme ku ew dixwaze kev- neşopiye bigire û teke deste xwe xebat dive. Ev xebat ji tekoşine- ke ku xwe herdem ji nû ve dike ye’’( Benjamin, 2006: 41,42).

Şewazeke Çawa

Dive xebaten kevneşopiye nekevin pey lekolineke bingehkolina figureke qerisi û berih ya demen bere. Xebat û lekolinen kevneşopiye di seri de bi her aliye ve tişten niha derdixine ber çavan. Ew dixwaze ku bira aktuel bila be fehmkirin. Ji ber van yekan xebaten kevneşopiye dive şewaza bingehkoline (genealogy) ji xwe re û lekolinen xwe re esas bigire. Ji bo ku ev tekoşin bi serkeve hewce ye ku li hemberi erişa pedandina tişte ku wek ‘‘gotinen yekitiye’’ te binavkirin berxwe bide an ji li diji van gotinan erişeki bide destpe kirin. Di ve tekoşine de ji nû ve keşfkirina zanebûna xweser û lokal heye ku ev zanebûn hatiye perçekirin û bindestkirin. Bingehkoliner ji bo ku bi her aliye ve dema niha derxine ber çavan ango zelal bike dixebite. Bi ve xebata xwe ve deri li firsenden jiyane hin hesantir û dewlemendtir dikin vedike( Mahon, 1992: 100).

Çavkanî

Assmann, Jan,(2001), Kültürel Bellek, Ayrıntı Yayınları, İstanbul Connerton, Paul, (1999), Toplumlar Nasıl Anımsar, Ayrıntı Yayınları, İstanbul Simmel, Georg, (2006), Modern Kültürde Çatışma, İletişim Yayınevi, İstanbul Huyssen, Andreas, (1999), Alacakaranlık Anıları, Metis Yayınları, İstanbul Özbek, Meral, (2003), Popüler Kültür ve Orhan Gencebay Arabeski, İletişim Yayınevi, İstanbul.

Löwy, Michael, (1999), Dünyayı Değiştirmek Üzerine, Ayrıntı Yayınevi, İstanbul Benjamin, Walter, (2006), Son Bakışta Aşk, Metis Yayınevi, İstanbul Michael, Mahon, (1992), Foucault’s Nietzschean Genealogy – Truth, Power, and the Subject, Albany, State University of New York Press.

Nivîskar: Yusuf Uygar

PUKmedia-ZAN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket