Helebçe nasnameya neteweyekî ku zulim lê hatiye kirin

kurdistani 11:21 AM - 2014-03-15
Helebçe nasnameya neteweyekî ku zulim lê hatiye kirin

Helebçe nasnameya neteweyekî ku zulim lê hatiye kirin

Di sala 1988’an li bajarê Başûrê Kurdistanê Helebçeyê ji aliyê rejîma dagirker a Êraqê ya bi serokatiya Saddam Husên ve 5 hezar Kurd bi madeya kumkujiyê hatin qetilkirin. Piştî Hîroşîma û Nagazakiyê di cîhanê de komkujiya seyemîn a mezin ê ku bi madeya kîmyayî hate kirin.


Navçeya Helebçeyê ya ji 1599 kîlometir çargoşe rûberan pêk tê, 75 kîlometir dikeve başûr ê rojhilatê navenda parêzgeha Silêmaniyê. Ji nivîs û belgeyên dîrokî derdikeve ku Helebçe niştingeheke dêrin e, lê belê çendîn caran rastî wêrankariyên xedar hatiye. Cara dawî di sala 1650'yan de bajar ji nû ve tê avakirin û di sala 1889'an de wekî navçe tê diyarkirin. Helebçe ji navenda Helebçe û bajarokên Sîrwan, Xurmal û Biyareyê pêk tê.

Komkujiya Helebçeyê

Roja 16'ê Adara1988'an 20 balafirên şer ên cor MIG-23 ên rejîma Baas a Iraqê çekên kîmyewî bi ser Helebçeyê de barandin. Cara yekem bû ku dewletekê di nava sînorên xwe yên 'siyasî û erdnîgarî' de bi xelkê deverekê de çekên kîmyewî dibarîne.
Artêşa rejîma Iraqê du roj beriya kîmyabaranê, derûdora Helebçeyê dabû ber roket û hawanan.

Kîmyabarana Helebçeyê BBC'yê wiha radigihand: "Roja Çarşemê zêdetirî 20 balafirên şer ji du aliyan ve bajarê Helebçeyê bomberan kir, lê li bombebaraneke asayî nediçû. Piştî bombebaraneke lezgîn ewreke reş, spî û zer wekî bablîsok qasî 50 metirî bilind dibû û bêhna gazê ji hewayê dihat. Bêhna sîrê ji gazê dihat."

Her wiha şahidan rewş wiha diwesifandin: "Bombe zêdetir bi ser navenda navçeyê û rêgehên hatûçoyê tên rijandin. Ji bo niştecihên navçeyê nikaribin derbikevin, riyên ketin-derketinê dihatin bombebarankirin.

Li aliyê din şahidên komkujiyê didan zanîn ku cilûbergên xwe didirandin û dikeniyan, piştre diketin erdê û canê xwe ji dest didan.
Ew gazên jahrawî yên ku di Jenosîda Helebçeyê de hatin bikaranîn;VX, Sarîn, Tabon û Xerdel bû ku ev gazana bandora xwe li mejî, derûn, henasekêşî/bêhndan û çerm dikirin.

Di fragmanên dîmenan de tê dîtin ku gelekî şêniyên navçeyê li hundir û derveyê malan, li ser kolanan li hewşên malan ji ber gazên jahrî canên xwe ji dest dane. Hinekan jî hewl dane bi wesayîtên xwe birevin, lê di nava wesayîtan de canê xwe ji dest dane.

Hejmara Goriyên Komkujiyê

Di bomberana çekên kîmyewî de niştecihên Helebçeyê der heqê xweparastina gazên jahrî de xwedan ti agahiyek nebûn; her wiha ti amûreke tenduristî jî li ber destê wan nebûn.

Li gorî amarên li ber dest, pêş qirqirinê 70 hezar kes li navçeya Helebçe ya bi ser Silêmaniyê dijiyan. Lê belê nayê zanîn di dema bombebaranê de bi tevahî çend hezar kes li navendê bûne, ji ber ku hinek şêniyên navçeyê pêş kîmyabaranê ji wir derketibûn.
Li gorî amarên ku ti caran nikarin hemû aliyên vê karesatê bi temamî aşkera û zelal bikin, bêhtirî 5 hezar kesan bêhngirtina wan a dawîn gazên jahrî bû. Her wiha zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûn.

Piraniya birîndaran jî piştre rastî nexweşiyên mejîyî, derûnî, danûstandina bêhnê, bînayî, qaşilbûyîna çerm û nexweşiyên cûr bi cûr giyana xwe ji dest dane. Heta niha jî bandora wan gazên jahrawî li ser nifşên nû jî berdewam dike. Hê jî ji ber van gazên jahrî zarok wekî astengdar ji dayîk dibin.

Piraniya goriyan jin û zarok bûn

Aliyê din ê balê dikişîne ser xwe ew e ku piraniya goriyên Jenosîda Helebçeyê jin û zarok bûn. Li gorî amarên hingê ji sedan 75'ê qurbaniyan jin û zarok bûne.

Piştî kîmyabaranê karesat bi dawî nebû. Ne tîmeke pispor, ne binkeyeke tenduristî hebû birîndar serî lê bidin, ne jî derfet hebûn ji bo tedawiyê ji bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re bên veguhestin.

Tenê beşekê birîndarên ku dikaribûn rêve biçin, xwegihandin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Di wan wargehên ku ji bo wan hatibûn terxankirin, pariyekê hatin dermankirin.

Ji van birîndarên ku xweavêtin Rojhilat û Îranê yên xedar birîndar ji nexweşxaneyên Îranê re hatin veguhestin.
Piraniya nexweşan di tedawiyeke baş re nehatin derbaskirin; hinek ji vana mirin, hinek jî nexweşiyên wan bûn şirîkên temenê wan.
Piraniya pitikên bêkes û bêxwedî li navçeyên cihê cihê yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li navendên zarokên bêxwedî ji aliyê malbatên ku dixwestin bibin xwedan zarok ve dihatin wergirtin. Hinek ji wan zarokan van salana bi rabirdûya xwe hesiyan û vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Hêmanên Komkujiyê

Bêguman ji bo komkujiyê Helebçe bi awayekî tesadûfî nehatibû hilbijartin. Di wan deman de çi diqewimîn, divê bên dîtin. Rejîma Baas a Sedam Husên serkêşiya wê dikir, di bin navê 'enfal'ê de pêşnûmeya ji binî ve asîmîlasyon û jinavbirina gelê Kurdistanê xistibû meriyetê.
Komkujiya Helebçe berdewamiya vê bernameya Baasiyan bû.

Berfirehbûna xebat û têkoşîna neteweyî li Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin bû ji bo rejîma 'nijadperest' a bi navê Baas.
Rejîma Baas bi armanca serkutkirina gelê Kurdistan her roj serî li rê û amûrên nû dida. Serîlêdana komkujiyan jî asta berzbûna xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê nîşan dida.

Li aliyê din şerê di navbera rejîma Baas a Bexdayê û rejîma melayên Komara Îslamî ya Îranê de şer dirêj bibû. Rejîma Baas dixwest bi ceribandina her rê û rêbazekê rejîma Tehranê neçar bike ku şer rawestîne. Di şerê navbera her du rejîman de herî zêde Başûr û Rojhilatê Kurdistanê diketin ber pêyê şer.

Civata Navneteweyî

Welatên biyanî, rêxistin û civakên navneteweyî li hemberî karesata bi ser gelê Kurdistanê de hat bêdengî hilbijart; li beraber dewleta Iraqê ya hingê ti helwestekê wernegirtin û ti piştgirî jî nedan gel.

Lê belê rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, bi xebat û çalakiyên cûr bi cûr raya giştî ya cihanê ji vê qirkirina nemirovane hayîdar kir. Her dîsa bi heman hewlên Kurdistaniyan û hinek dostên Kurdan li çapemeniya dunyê deng veda.
Di sala 2003'an de piştî Iraq ji aliyê Amerîkayê ve hat dagîrkirin û rejîma Baas hat rûxandin; yek ji tawana herî sereke ku rejîma Baas û serkêşê wê Sedam Husên pê dihat tawanbarkirin Jenosîda Helebçe ya berdewamiya Enfalê bû.

Di dadgehkirina berpirsên rejîma Baas a hilweşiyayî de jenosîdên Enfal û Helebçe jî hatibû lêpirsandin. Her wiha di çarçoveya heman darizandinan de li ser piştgiriya welatên Ewrûpayê jî hatibû rawestandin.

Di hundirê sala borî de komkujiya Helebçe û Enfal ji aliyê parlamentoyên Birîtanya û Swêdê ve wekî jenosîd hat pesendkirin.
Weke jenosîd nasîna komkujiyên Helebçe û Enfalê di asta navneteweyî de ji bo gelê Kurdistanê destkeftên girîng e. Ji ber ku ev yek dikare ji bo zelalkirina karesat û komkujiyên di sedsala 20'an de li her çar parçeyan bi serê Kurdan de hatine bibe pace û ronahiyekê. Di vî warî de agahdarbûna raya giştî ya cihanê dikare, di asta siyasî û dîplomatîk de piştgir e ji bo çareserî û serkeftina doza Kurd û Kurdistanê.

Darizandina tawanbaran

Di 22'yê Kanûna 2005'an de Dadgeha Bilind a Bajarê Den Haag a Holandayê bi hince çekên kîmyawî firoştiye rejîma Baas, 15 sal ceza da bazirganê vî welatî yê bi navê Frans van Anrat.

Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê di 28'ê Sibata 2010'an de biryar stend ku Elî Mecîd Hesen ê ku bi nasnavê Elî Kîmyawî tê nasîn, wekî tawanbarê serekî yê kîmyabarana Helebçeyê bê darvekirin. Her wiha dadgeha navborî 15 sal cezayê girtîgehê li Wezîrê Parastinê yê hingê birî. Heman dadgehê kareseta Helebçe wekî tawaneke li dijî mirovatiyê bi nav kir.

Di 1'ê Adara 2010'an de Dadgeha Pêdaçûnê/Temyîzê li ser daxwaza Wezareta Şahîdan a Herêma Kurdistanê, kareseta Helebçe ne tenê wekî 'Tawana li Dijî Mirovatiyê' di heman demê de wekî 'Jenosîd' nas kir.

Li ser daxwaza parlamenterên Kurd li Bexdayê, Parlamentoya Iraqa Federal di 15'ê Adara 2011'an de di çarçoveya Makeqanûnê de Komkujiya Helebçeyê wekî 'Jenosîd' bi nav kir. Di çarçoveya vê biryarê de, pêwîst e bi fermî ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û tazmînatê bidin goriyên/qurbaniyên Helebçeyê.

Ew welatên ku parlamentoyên wan jenosîdek dinasin, divê rojeke sembolîk ji bo qedexekirina çekên kîmyewî diyar bike; lê belê heta niha bi vê armancê hîç rojekê ji aliyê Parlamentoya Federal a Iraqê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve nehatiye destnîşankirin.
Di sala 2003'an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bîrdariyekê li Helebçe hat danîn ku der heqê goriyan de serdêran agahdar dike.

Fransa dest bi lêpirsîna Helebceyê dike

Dozgerê Parîsê di êrîşa kîmyewî ya li Helebceyê ku 5 hezar kurd hatin qetilkirin de,di derbarê berpisyariya şîrketên Fransî lêpirsîn kir.  Derbarê şîrketên hevkariya projeya kîmyewî ya rejîma Iraqê kirine de 100 hezar belge pêşkêşî dozgeriyê hat kirin.

20 kes ji qurbaniyên Halebceyê ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê balafirên rejîma Seddam Huseyîn ve bi gazên kîmyewî hat bomberakirin de, di meha hezîranê de li Dadgeha Asliya Parîsê derbarê şîrketên Fransî de serlêdana sûc kiribûn. Di serlêdana sûc de, belgeyên ku kîjan şîrketan bi Seddam Huseyîn re hevkarî kiriye, tê de cih digire hatibû pêşkêşkirin.

Li gorî çavkaniyek edlî ku ji AFP’ê re axiviye, dozgerê Parîsê bi sûcdariya ‘Hevkariya sûcê cînayetan’, ‘hevkariya sûcê teşebusa cînayetan’ û ‘alîkarî dayîn’ ji bo lêpirsîn bê destpêkirin, îdianame hatiye amade kirin.

100 hezar belge hene

Dadgeh beriya ku berpisyariya kes û şîrketan lêkolîn bike, dê tespîta bûyerên di serlêdana sûcde hatine kirin, dembihurine an na, bê kirin.
Parêzerê mexduran Davîd Pere yên Fransî û Garîel Maîrone yê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya meha hezîranê de diyar kirin ku nêzî 100 hezar belge berhevkirine. Di van belgeyan der barê ku di navbera salên 1983-1988’an de rejîma Iraqê çekên kîmyewî çawa bidestxistine agahî cih digirin.

427 şirket ji bo projeyê bi Seddam re xebitîn

Li gorî belgeyan di çarçoveya projeyê de 427 şîrketan alîkariya madî dane dewleta Iraqê. Parêzer Maîrone wiha got: “Ji van şîrketan herî kêm 20 heban dizanin bû çi dikirin. Di nava van de du şîrketên endustriya kîmyewî ya Fransayê jî hene.”AFP’ê dayîna navê şîrketên ku Parêzer Davî Pere di serlêdana sûcde dabû, red kir. Parêzer Pere diyar kir ku mexdurên Helebceyê ji biryara dozger gelek kêfxweşin û bi edeletê bawerin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bi parêzgehbûna Helebçeyê

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku îro pêncşemê 13 / 3 / 2014`e,  di mersîmekê de biryara Parêzgehkirina Helebçe mor kir tekez kir ku Helebç dê di neqşa Herêma Kurdistanê de çaremîn Parêzgeh be.

Nêçîrvan Barzanî di kongira rojnamevanî de ku piştî merasîmîn morkirina Parêzgehkirina Helebçe lidarket da xuya kirin ku ew ji dest pêkê ve dixwastin di neqşa Êraqê de Helebçeya Şehîd weku Parêzgehekê bibînin e, û diyar kir ku dê ew ji aliyê xwe ve kêfxweşbûne ger ev yek bi beşdariya hikûmeta Federal bihate kirin û Bexdad hevkar ba bi teybet di ware xebatê birêvebirinê û daray de.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuya kirin ku Encumena Federal a wezîran bi hevdengiyê biryara parêzgehkirina Helebçe pesend kir, lê pisporan dan xuya kirin ku ev mijar ne bi tenê ji desthilatdariya Parlemantoya Êraqê û biryareke wiha îdarî û li gorî yesaya herêman ji mafê Herêma Kurdistanê û desthilatdariyê wê ne jî.

Nêçîrvan Barzanî wiha berdewam kir û da xuya kirin ku piştî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî perspektîv derbarê parêzgehkirina Helebçe dan hikûmeta Herêma kurdistanê ku lez bête dan bi Parêzgehkirina Helebçe û biryarên pêwîst bêne wergitin, biryara bi Parêzgahkirina Qeza Helebçe ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pesnd kirin û ji Seroktiya Herêma Kurdistanê re hate birê kirin ji bo ew jî ji aliyê xwe ve sibe ferman bide.

Barzanî got: Ji vir ve û bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê ez Gelê Kurdistanê û bi teybet xelkê Helebça Şehîd pîroz dikim.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku Helebçe her dem sembola stemkariya ku bi ser Gelê Kurd de hatiye kirin bû, komkujî û bombebarana kimyayî bi ser deverê de, di demekê de ku hîç kesekî ne tevger kir û ne nirîn dan, û îro di roja bibîranîna vê tirajidyê de em dixwazin ji xelkê Helebçe re tiştekî ku hinekî dilê wan a bi êş deman bike ragihîn û pişt re biryarnameya Parêzgehkirina Helebçe xwend û got:

Li ser hîma herdu  made (141 û 115 ) a ji destura herdemî ya Êraqa Federal a sala 2005  û li ser bingeha biryara bi jmar 11 ya Parlemantoya Herêma Kurdistanê ku di (22 / 9 / 1999) an de derketiye û di encama civîna encumena wezîran di civata ku di roja 4 / 6 / 2013`e de lidaketiey û biryara wê ya bi jimar (568) di roja (31 / 12/ 2013`e) de ku sînorên Helebçe diyar kirine di neqşê de,  wê bajarê Helebçe navenda Parêzgeha Helebçe be û bi vê yekê dê bibe çaremîn Parêzgeha Herêma Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket