Avesta: Divê rê nedîn provakasyonan

kurdistani 05:44 PM - 2014-02-10
Avesta: Divê rê nedîn provakasyonan

Avesta: Divê rê nedîn provakasyonan

Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di nîrxandinên xwe yên di derbarê 15. Salvegera kompolya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatî de, bal kîşand li ser êrîşên vê dawiyê û got: “Di vê rê ji êrîşên provekasyonî yên ku armaca wan pêjavoye neyê dayîn. Di vê pêşî li van êrîşên ku dixwazin ku pêvajoyê dawî bikin û ji nû ve şerê Tirk û Kurdan kûr bibe bên girtin.” Avesta da diyar kirin ku komlpoya navnetewî lîstitekî bi qirêj a hêzên navnetewî û ev vegotin bi kar anî “Roj bi heriyê nayê ser girtin”

Endama Desteya Rêveberiya KCK’ê Sozdar Avesta di der barê 15. Salvegera Komploya Navnetewî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatî de ji ANF’ê re axivî û got: “ji 15. Salvegera komploya ku di dîrokê de weke roja reş tê binav kirin çend roj mane, em careke din bi kîn û nefretekî mezin komploya 15’ê Sibatê şermezar dikîn.”

Avesta wiha axivî: “ Gelê me, Tevgera me û wek jinan qet komplo ji bîr nekir û emê ne dîn ji bîr kirin jî. Em di şexsê hevalên xwe yên li dora Rêber Apo bû xelek û şehîd ketin de hemû hevalên xwe yêên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bibîrtînin. Ez soza ku bilindkirina têkoşîna wan dubare dikim. Ez Rêber Apo jî slav dikim û bêrîna xwe ya ji bo wî tînim ziman.

HEDEFA KOMPLOYÊ SAZUYA SEROKATIYÊ YE

Avesta got ger ku têkiliya îro bi paşerojê re neyê danîn çareserî ne mumkune û komploya dîrokî rast neyê tahlîlkirin diyarkirina pêşveçûna pêvajoyê jî rastî nabe û got: “Ji ber vê jî hêzên navnetewî xuyaye ku azadiya Rêber Apo û gelê kurd naxwaze. Bi salane ji bo pirsgirêkê kurdtir bikin gelek komplo û lîstik çêkirin. Xwestin bi van lîstikan Rêber Apo tasfiye bike.”

EV LI DIJÎ GELÊN TIRKIYEYÊ KEMÎNEKE

Avesta balkiaşnd ser aliyên dîrokî yên komploya 15’ê Sibatê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokatî bi Planên hevpar yên Hêzên herêmî û Îngîlîstan, DYA-Israîlê û operasyona Gladyoya NATO’yê hate girtin û teslîmê TC kirin. ji bo îmhakirina serokatiyê her rê û rêbaz hatin erêkirin.

Darvekirina Şêx Saîd û Seyîd Riza ku di dadgehên Îstîklalê hatin darizandin û darvekirin hêj wek duh di hişê me de ye. Heman sêdar ji bo Rêber Apo û Tevgera Azadiyê jî ava kirin. lê Rêber Apo ev lîstikên qirêj bi tîtîzbûneke mezin vala derxist. Gotina Rêber Apo ya dema bi balafirê anîn Tirkiyeyê bersiva herî bi bandor bû;’Ev tişta hatiye kirin lîstikeke, ev ne tenê li hemberî min û gelê kurd, di heman demê kemîneke li dijî gelê Tirkiyeyê ye jî.’

KOMPLO VALA DERXIST

Avesta da zanîn ku Rêber Apo ligel ku di nava çar dîwarên de di hucreyekê de bû jî bi sebr, hişmendî û îradyeke mezin komplo vala derxistiye û wiha pê de çû: “Pergal bi analîzên herî rast tahlîl kir û hemû planên komplogeran xera kir û paradîgmaya nû gihand pergaleke nû. Netew Dewleta ku îcada modernîteya kapîtalîste derbas kir û li şûna wê konferderalîzma demokratîk ava kir.

OCALAN HÊVIYA AZADIYA GELANE

Avesta destnîşna kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ligel ku ev 15 sale di bin tecrîda giran de tê girtin jî dîsa bûye hêviya azadiya gelan û got: “Ji ber vê yekê ye ku dîsa hêzên komploger dîsa li ser karin, li sahneyê ne. Bi taybet di sala dawî de Rêber Apo ku pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin bi tena serê xwe dimeşîne. Lê hêzên komploger ku 15 sal berê ç ikirin niha jî li gorî xwe kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin. Dixwazin serokatiyê li çavê rayagiştî bêîtîbar bikin.”

GELÊ ME BI LÎSTIKAN BAWER NAKE

Avesta destnîşan kir ku gelê kurd bi Ocalan ve pir girêdayî û da zanîn ku gotineke heye dibêjin; Roj bi çamûrê nayê têdan. Avesta wiha got: “ Belê wisa ye gelê kurd û tevgera azadiyê, jin û ciwan hemû mirovahî bi ruh û can girêdayê serokatiyê. Heta îro tu kesî ji bo baweriyekê bo kesekî xwe nekirine bombe û xwe neşewitandine. Ji ber vê jî gelê me û tu kes bi van lîstikên qirêj bawer nake û pê dikene, derbas dibe.

Avesta di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kes neyê van provakasyona û li dora Rêber Apo bibin xelek û li her qadê di 15’emîn salvgera komployê de ji hêzên komploger hesab bipirse.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket