Serokwezîra Kantona Efrînê: " ‘Em ê dîrokê ji nû ve bi destê jinan binivîsin’

kurdistani 06:25 PM - 2014-02-02
Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm

Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm

Seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa diyar kir ku rêjeya jinan a di rêveberiyê de encama têkoşîna jinan e. Hêvî Mistefa destnîşan kir ku ev rêje têrî nake û got ku ew ê dîrokê ji nû ve bi destê jinan binivîsin.

Seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa piştî ku wekî serokwezîr hate hilbijartin, derbarê tevlîbûna jinan a nava rêveberiyê, xebatên ku dê rêveberî ji niha û pêve bimeşîne, tevlîbûna partiyên siyasî yên ku li derveyî rêveberiyê mane de pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Bi nêrîna we Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê tê çi wateyê?

Ji dema Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser gelên Rojavayê Kurdistanê hate pêşkêşkirin ve, diyar bû ku berxwedana Kurdan ji hemû siyasetên ku dixwastin rola Kurdan lewaz bikin, xurttir e. Kurdan nehîştin ku ti kes hêza wan li Sûriyê ku xeta sêyemîn pejirandiye, înkar bikin. Kurdan di berxwedana xwe ya bê navber de û bi saya xwîna şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kirin û nehîştin valahiyeke ewlehî wekî herêmên din ên Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê derbikeve. Ev projeya ji bo xizmeta gel û pêdiviyên rewşa heyî peyda bike, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) ve hate pêşkêş kirin. Niha em hewl didin yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê bi riya vê rêveberiyê pêk bînin, ji ber ku ev nimûneya herî baş netenê ji bo Rojava lê ji bo hemû Sûriyê ye.

* Ji bo we serkeftina jinekê di serokatiya vê rêveberiyê de tê çi wate yê û sedemên vê yekê çi bûn?

Derbarê hilbijartina min wekî jinekê ji bo serokatiya Herêmeke Rojavayê Kurdistanê de, barekî berpirsiyariyê di gelek aliyan de ye. Ji bo ez erka xwe pêk bînim, ez ê bi hemû hêza xwe û bi rêk û pêk bixebitim. Ji ber ku ez jineke Kurd im û em wekî jinên Kurd rêxistin, vîn û nasnameya me heye. Em ê ji nû ve dîroka Kurdan bi destê jinan binivîsin. Ez hemû kesên dengê xwe dane min û ez wekî kesekê li gorî vê erkê pejirandime, spas dikim. Ez soz didim gelê xwe, ez ê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên jiyanê bixebitim, ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê cihekî girîng daye jinan, netenê di aliyê terz de lê belê di navarokê de jî, ez ê hewl bidim li gorî vê berpirsiyariyê bim.

Ev necara yekemîn e ku jinên Kurd roleke aktîf di dîroka Kurdan de dilîzin. Lê ji ber tundiya li ser jinan bi taybet jinên Kurd bû sedema ku jin bi rola xwe ya sereke ranebin. Îro rastiya jinên Kurd tê eşkerekirin. Şoreşa me cihekî girîng da jinan, netenê di aliyê terz de lê belê di navarokê de jî û hişt ku jin tevlî biryara siyasî jî bibe. Heta ku jinan mafê xwe di rêvebirina leşkerî û civakî de standin, jin her tim di pêşiya mîtîng, xwepêşandanan, meş, çalakiyên siyasî û çalakiyê civakî de bûn. niha jî di riya hilbijartinan re berhema têkoşîna xwe ya li dijî sîstema baviksalariyê di qada siyasî de wergirtin.

* Beriya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were îlankirin şêwaz û amadekarî çawa bûn?

Dema ev proje ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) ve hate pêşkêşkirin, ji bo aktîfkirina rola jinan di vê Rêveberiyê de, em wekî jin me civînên xwe yên taybet li gel civînên giştî lidar xistin. Nûnertiya hemû jinên pêkhateyan ku dixwastin beşdarî rêveberiya vê herêmê bibin, li gorî rêjeya nûnertiya wan li ser erdê hatin pejirandin. Dema ji bo avakirina Meclîsa Rêveber ez hatim erkdarkirin, ji bo ez bişêwirim û serokên desteyan bipejirînim, min hevdîtinên xwe bi beşên din ên civakên û kesên serbixwe re pêk anîn.

* Bi nêrîna we çima jinan rêjeya nûnertiya xwe ya ji sedî 40 di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk nanîn û çima jinên Ereb tevlî vê rêveberiyê nebûn?

Li gorî hevpeymana civakî divê beşdarbûna herdu cinsan di hemû sazî, rêveberî û desteyan de cih bigirin û rêjeya nûnertiya jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nekêmtirî ji sedî 40 be. Li gorî min beşdarbûna jinan wekî tê xwastin nebû, sedema vê yekê jî di warê siyasî de ji ber jin bi hêza xwe ne bawer in.  Girîngiya nûnertiya jinan di vê rêveberiyê de ew e ku rola ku jin di şoreşê de pê rabûye, piştrast bike. Ez piştrast im ku di hilbijartinên bê de jin dê nûnertiya xwe di hemû deste û meclîsan de pêk bîne.

Derbarê nebeşdarbûna jinên Ereb jî di nava rêveberiyê de ji ber taybetmendiyên civaka Ereb e. Ev civak heta niha girtî ye û mafê jinan di nava vê civakê de hatine binpêkirin, tevî vê yekê jî hin jinên Ereb beşdarî Însyatîfa Jinên Sûriyê a Efrînê û herêmên Rojavayê Kurdistanê bûne. ev yek derfeta pêk anîna derbasbûna wê di nava rêveberiyê de li gorî hevpeymana civakî pêk tîne.

* Di demên pêş de Rewş û nûnertiya partiyên siyasî yên ku beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nebûne dê çawa be?

Ji destpêka gava yekemîn ji bo avakirina rêveberiya herêmê ve, ji bo derfet li pêşiya hemû pêkhate, kesayetên serbixwe û partiyên siyasî ji bo ku nûnertiya xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bikin, were vekirin, bi hemû endaman re lihevhatinek pêk hat. her wiha bêyî ku cudahiyê bixin navbera wan hemû mafên wan ên rewa werin parastin. Ji aliyê me ve, me ti alî ji bo beşdariya wan di nava rêveberiyê de paşguh nekirin. Ev yek jî di beşdarbûna gelek partî û kesayetên serbixwe û nûnerên ji pêkhateya Ereb di nava rêveberiyê de diyar dibe. Alî û kesên beşdarî rêveberiyê nebûne, derî her tim ji wan re vekirî ye, lê nûnertiya wan di nava desteyan de heta hilbijartinên demokratîk ku ji her kesî re vekiriye, dê were paşxistin.

* Projeyên we di pêşerojê de çi ne?

Ji ber ku gel me ji ber ambargoyê gelek êş kişandiye, karê me yê sereke ew e ku peydakirina pêdiviyên jiyanê ji bo gel e. her wiha aliyê parastin û xweparastina rewa ye. Parastin erka me ya sereke ye, li vir ez dixwazim Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo daxwaza wan a birêvebirina karê xwe di bin sîwana rêveberiyê de spas bikim. Ev yek çarçoveya kar û xebatên rêveberiya me ye û dê proje û pilanên desteyan jî di hemû aliyan de hebin.

* Gotina we ya dawî ji bo gel hûn çi dibêjin?

Ez wekî jineke Kurd destpêkê bang li hemû jinan dikim ku cihê xwe bi awayekî aktîf di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bigirin. Ev rêveberî rêbaza tekane ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ye. Ez bang li hemû rêxistin û aliyên siyasî dikim ku tevlî rêveberiyê bibin û di van rewşên dîrokî de ku gelê me têre derbas dibe bi erka xwe rabin.

MIZGÎN GORSÊ

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket