Hesen Kêf ji bo Kurdistanê dîrokeke bê wêne ye

kurdistani 01:45 PM - 2013-12-24
Dîmenek ji Hesen Kêfê

Dîmenek ji Hesen Kêfê

Navçeya Hesen Kêfê yek ji navçeyên here dêrîn û kulturî li Bakurê Kurdistanê ye.

Ew navçe ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê jinavbirin û li hemberî wê yekê jî, gelek welat û rêxistinên Kurdî û navneteweyî jî wê yekê napejirînin û şermezar deikin.

Di serdaneke PUKmedia`yê bo wê navçeyê, hinek ji wêne û dîmenên ji rastiya wê deverê kişandine û em dadixin ber destê xwendevan û şopnêrên malpera PUKmedia`yê taku ji nêz ve giîngiya Hesen Kêfê bişopînin û ew jî tevlî nepejirandina rûxandina wê navçeya dîrokî bibe.

Hesen Kêf, li gorî projeya Tirkiyê, wê li şûna wê benaveke mezin ava bikin û xelkê wê deverê jî, bibin di şûqeyên taybet weke ordugehan de bicî bikin. Lê xelkê wê deverê razî nabin û dibêjin emê xwe fedaya nevçeya Hesen Kêfê bikin û em ji vir dernakevin.

Yek ji nîştecihên wê deverê ji PUKmedia`yê re ragihand ku gelek caran hikûmeta Tirkiyê hatiye digel wan civiyaye tako dest ji cihûwarên xwe berdin û biçin cihê ku hikûmetê ji wan re amade kiriye û li wir nîşteçîh bibin. Lê ew dibêje ku heya niha ti kes ji xelkê navçeyê ew pêşniyara dewleta Tirk nepejirandine û nakin jî.

Ew kesê bi navê Mihemed aşkire kir ku xelkê devera Hesen Kêfê, gelek kêfxweşin bi jiyana xwe ya ku niha li wir dijîn û dest ji xanuyên xwe yên axî û kevin bernadin û naçin nakevin bîna û çûqeyên modêrin. Ew ji devera xwe hez dikin û heya dawiyê bi jiyana xwe ya li wê deverê ve girêdayî ne.

PUKmedia- Hesen Kêf-Hozan Xelîl Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket