Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat

Kurdistan 06:55 PM - 2024-05-03
Mihemed Hilbûsî û Serok Bafil Talebanî PUKMEDIA

Mihemed Hilbûsî û Serok Bafil Talebanî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê li gel Serokê Partiya Teqedûm Mihemed Helbûsî civiya.
Di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û hevkariya di navbera her du aliyan de bi armanca rûbirûbûna pirsgirêkan û derbaskirina wê hat kirin.
Di civînê de tekezî li ser temamkirina rêkarên yasayî û siyasî ji bo hilbijartina Serokê Encûmena Nûneran û rakirina astengên li pêşiya proseyê bi pabendbûna bi rêkeftinên niştimanî hate kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî baldariya Yekîtiya Niştimanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidawîkirina nakokiyan nû kir û ragihand ku hewlên me ji destpêkê ve li ser parastina jiyana xelkê û aramiya welat bûye û emê li ser vê yekê berdewam bin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket