Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan

Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-03
Serok Bafil û Mihemed Şeya Sûdanî PUKMEDIA

Serok Bafil û Mihemed Şeya Sûdanî

Serok Bafil Bexdad

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewlehî û mijarên bi aliyê niştimanî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser serkeftina hewlên ji bo cîbicîkirina bernameya çaksaziyê û xizmetguzariyê kirin.

Di civînê de peywendiya di navbera aliyan û berdewamiya diyaloga avaker weke baştirîn bijarde ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û ortaqiya rastîn dupat kirin. Wan daxwaz kir ku yasayên cîbicîkar bibin bingeh ji bo derbaskirina astengan û hemû hewlên bo xizmetkirina gel û aramiya welat.

Di civînê de pabendbûna xwe bi cîbicîkirina bernameyên çaksaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji hemûyan re bê cudahî dupat kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket