Qubad Talebanî: Parastina azadiya çapemeniyê yek ji prensîbên min a siyasî ye

Kurdistan 03:20 PM - 2024-05-03
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Rojnamevanan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li Silêmaniyê bîrdariya rêzgirtin ji rojnamevanên ku ji bo xebata rojnamevanî û azadiya rojnamevaniyê şehîd bûne wê were avakirin.

 Daxuyaniya çapemeniyê wiha ye:

Parastina azadiya rojnamegeriyê yek ji bawerî û prensîbên min ên berdewam di jiyana min a siyasî de ye.
Li gorî ezmûna welatan, bêyî azadiya çapemeniyê, azadiyên din nayên parastin, civaka sivîl pêşnakeve, demokrasiya aram ava nabe, desthilatdariya bi aqilane û berpirsiyar pêk nayê.

Bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ez pîrozbahiyê li hemû rojnamevanan dikim, bi taybetî yên ku bi awayekî profesyonel rastiyan radigihînin û bi rêz û hurmet li bîranîna hemû şehîdên rojnamevanên Kurdistan û Êraqê silav dikin û em radigihînin ku di demek nêzîk de emê bîrdariyekê li Silêmaniyê ava bikin “Parêzvanên Rastiyê” ku ev salek e bi mebesta rêzgirtin ji hemû rojnamevanên ku piştî sala 2003 li Kurdistan û Êraqê şehîd bûne li ser kar dikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket