Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker
Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03Gundê Esker
Gelê Kurdistanê 36 salvegera
bombebarankirina gundên Goptebe û Asker ên navçeya Axcelarê ya ser bi Çemçemalê
bi xemgîniyeke mezin bi bîr tînin. Rêjîma Baas di 3-5-1988 de herdu dever û Çemê
Rêzan bimbebaran kir bi çekên kîmyayî di çarçoveya amadekariyên destpêkirina
qonaxa çarem a operasiyonên Enfalê de, ku bandor li ser Kurdistanê kir, di 8
qonaxên li pey hev de, zêdetir ji 182,000 qurbanî dan û zêdetir ji 4,500 gundan
di encama vê bombebaranê de wêran bûn, herî kêm 400 kes jîşehîd ketin û 500 jî
birîndar bûn.
Di 3-5-1988`an de Rêjîma Baas Goptepe
û Esker bi çekê kîmyawî bombebaran kir di encamê de bi dehan sivîl di nav de
jin û zarok şehîd ketin ,milet neçar man û berê xwe dabûn şikeftan da ku xwe ji
mirinê biparêzin û di 4 meha 5 hemen salê de di rêjîmê di bejahiyê
re jî êrîşî navçeyê kirin û rûxand û şehîd di gorên bi komî de veşartin.
hijmara ku çarenivîsên xwe ne diyar 1680 kes bûn.
Qonaxên enfalanHeşt qonaxên Enfalê:
*Enfal Yekem: Navçeya Silêmaniyê, ji 23ê Sibatê heta 19ê Adara 1988an devera (Sergelo) dorpêç kir.
* Enfal duyem: Qerdex, Baziyan û Derbendîxan ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsanê.
Enfala sêyemîn: Germiyan, Kelar, Bawnur, Kifrî, Douz, Senkew, Kader Kerem, di 20ê nîsana heman salê de.
* Enfala çarem: di nav sînorên deşta (Zêy Biçok) de, yanî devera Koye, Teq Teq, Axcilar û Newşwan, ji 3ê Gulanê heta 8ê Gulanê.
* Enfala pêncem, şeşem û heftem: derdora Şeqlawe û derdora 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxê.
Enfala heştem: qonaxa dawî, Badînan, Amîdî, Akri, Zaxo, Şêxan û Duhokê, di 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona heman salê.
Hêzên beşdar di Enfala çaremîn de
Di operasyona Enfalê ya çaremîn de ev hêzên leşkerî û hejmarek ji yekîneyên artêşa taybet ên Rêjîma Baas a Sedam beşdar bûn:
*Fermandariya Hêzên Nasir bi pêşengiya Emîd Rukin Xalid Ehmed Îbrahîm.
* Hêza 46, bi fermandariya emîd Elî Ehmed Mihemed.
* Fermandariya Hêzên Parastina Neteweyî.
*Fermandariya Hêzên Parastina Petrolê bi pêşengiya emîd Bariq.
* Lîwa 38.
* Lîwaya Piyade ya Pêncemîn.
* Lîwaya Piyade ya Heştan.
* Lîwaya Piyade ya Duyemîn.
*Fermandariya foca yekem a bi serokatiya emîd Ala Mihemed Taha.
* Lîwaya Piyade ya 444.
* Lîwaya Piyade ya 110.
* Lîwaya Piyade ya 46.
* Lîwaya Yekem ji feyleqa Yekem.
*Beşa Komando.
* Lîwayên 65 û 66 ên hêzên taybet.
* Lîwaya 46 a mertal.
* Lîwaya Komando ya Lîwaya 28.
* Hejmarek ji focên Parastina Neteweyî.
* Li Silêmanî û Kerkûkê hêzên hawarçûnê
* Hêzên hewayî
* Sektora kîmyewî.
* Yekîneyên îstixbaratê û hejmarek hêzên din.
Enfal li Êraqê û li qada navneteweyî weke Jînosaydê tê naskirinDi Hezîrana 2007ê de, Dadgeha Tawanan a Êraqê tawanên Enfalê wek jenosaydê pênase kir û biryarek ji bo qerebûkirina qurbaniyan derxist. Heta niha hikûmeta Êraqê ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê ti gav neavêtiye.
Li ser vê biryarê, Civata Nûneran salek şûnda di 14ê Nîsana 2008an de, tawanên Enfalê wek operasyonên plankirî yên bi armanca jinavbirina gelê kurd wek "jenosayd" nas kir û di sala 2017an de, Meclisa Nûneran biryar da ku di meha Nîsanê de. Roja 14ê her sal divê rojeke niştimanî ya bîranîna qurbaniyên wan êrîş û jenosaydê be û li ser asta navdewletî pêngav bên avêtin ji bo naskirina tawana Enfalê wek jenosayd.
Nerwêc, Swêd, Brîtanya û Koreya Başûr operasyona Enfalê wek jenosaydê nas kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ew kar dikin ku ew wek jenosayd û ev doz li seranserê cîhanê bê naskirin.
Pêwîstî bi qerebûkirina qurbaniyan heye
Sûcên ku rêjîma Baas li dijî gelê Kurd pêk tîne, li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan weke qirkirin tê dîtin. Dibe ku ji bo qurbaniyên tawanên hovane yên rêjîma Baasê ya Seddam qerebûkirin were xwestin.
Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, rêxistin, sendîka, parêzer, kesayet û malbatên qurbanî û şehîdên Enfalê, ji bo wergirtina qerebûya darayî weke mîratgirê dewlet û hikûmeta berê ya Êraqê, li Dadgeha Bilind a Federalî dozê vekin, wek ku li Kuweytê hat kirin, ji ber wê dive gelê Kurdistanê li ser biryara dadgeh û hikûmetê û encûmena nûneran were qerebûkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18