Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
Kurdistan 05:58 PM - 2024-04-30Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja sêşemê 30.04.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Balyozê Brîtanyayê derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirsî û Qubad Talebanî ragihand:“Paşxistina zêdetir a hilbijartinan dê zirarê bide pêgeha herêmê û em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.’’
Di civînê de behsa êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê jî hat kirin, ku çend roj berê hatibû armanckirin, Cîgirê Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da û got: Berdewamiya wan êrîşan dê zirarê bide aramiya Iraq û Kurdistanê.Em li ser xetê ligel hikûmeta federal û aliyên Iraqî ne ji bo dîtina berpirsên vê kiryarê û ji bo bidawîkirina van êrîşan kar dikin."
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina her pirsgirêkeke siyasî bi rêya diyalogê hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18