Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe

Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-02
Berpirsê Navenda Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Kurdistanê Ziyad Cebbar  PUKMEDIA

Berpirsê Navenda Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Kurdistanê Ziyad Cebbar

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10/6/2024 de, ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin, birêve biçe, lê Partiya Demokrat bêyî ku bi raya aliyên din re şêwir bike, hewl dide helbijartinan paşde bixe.

Yekîtiya Niştimanî bi lidarxistina hilbijartinan ve pabende

 

Berpirsê Navenda Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Kurdistanê Ziyad Cebbar di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera PUKMEDIA ragihand: Yekîtiya Niştimanî pabend e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10/6/2024 de bê lidarxistin.

Herwaha got: Hilbijartin pir pêwîste ji ber ku herêma Kurdistanê ji ber paşxistina hilbijartinan û nehelbijartina parlamentoya nû û pêkanîna hikûmeta nû di valahiyek yasayî re derbas dibe ji bo nûkirina van saziyên qanûnî dive hilbijartin bên kirin.

Hewldanên paşxistina metirsiyê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê ye

 

Ziyad Cebar dibêje: Hin nûçe hene ku nîşan didin hewlên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hene.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku ev hewlên paşxistina hilbijartinan metirsî ye li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê û berdewamiya vê valahiya destûrî ne baş e, lewma divê hilbijartin di roja diyarkirî de bên kirin.

Yekîtiya Niştimanî ji bo paşxistina hilbijartinan nekeve ti diyalogê

 

Berpirsê Navenda Rêkxistinên Silêmaniyê dibêje: Ji bo gotûbêjkirina pirsa paşxistina hilbijartinan ti diyalog û civîn ligel aliyên siyasî çênebûne û em beşdarî ti civînekê jî bo paşxistina hilbijartinan nabin.

Got jî: eger serokê herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî helbijartinan paşxist, Yekîtîya Niştîmanî dê hemû rêkarên yasayî û destûrî bişopîne û li dijî wan hewlên paşxistinê dê li dadgeha federal giliyê yasayî bike.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket