Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin

Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01
Rêwaz Fayîq endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA

Rêwaz Fayîq endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û fireksiyonên Kurdistanê li Civata Nûneran nerazîbûna xwe bi tundî li ser paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 10ê Hezîranê de birêve biçe piştrast kir û daxwaz ji desthilatên federal kir ku li hember vê mijarê rawestin û helbijartinan di demê xwe de misoger bikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku ew piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di dema diyarkirî de dikin, ji ber ku hemû pêkhate û bingeh li Herêma Kurdistanê hene ji bo lidarxistina hilbijartinan.

Em li ser lidarxistina hilbijartinan pabendin

 

Rêwaz Fayîq endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ji rojnameya Kurdistan Newê re ragihand: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de dike.

Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî pabend e bi naveroka biryarnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê ku roja 10-6-2024ê bo lidarxistina hilbijartinan hatiye dayîn û ev jî mafê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. ji bo hilbijartina nûnerên xwe ji bo parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû.

Hemû pêdivî li ber destin

 

Dr.Rêwaz got jî Encumenê di civîna xwe ya dawî de piştevaniya xwe bo lidarxistina hilbijartinan di demê xwe pişt rast kir.
Herwaha got: Em di wê baweriyê de ne ku hemû pêkhate û bingeh hene bo pêkanîna helbijartinên saxlem li herêma Kurdistanê û em pabend in bi wan bingehên demokratîk ku mafê dengdanê bidin welatiyan.

Paşxistin ne di destê serokatiya Herêmê de ye

 

  Herweha Fayq got jî: Eger hilbijartin di roja diyarkirî de neyên kirin û serokê herêmê jî desthilata xwe bikar bîne û biryara herêmê paşde bikişîne û biryara paşxistina hilbijartinan bide, wê demê ez di wê baweriyê de me ku ev mijar ne di desthilata wî de ye.
Wê got jî: Ez wek kesekî yasayî piştrast dikim ku paşxistina hilbijartinan ne di desthilata serokê herêmê de ye, lê destnîşankirina roja wan tenê desthilata wî ye.

Em ji bo hilbijartinan amade ne

 

 Me wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û bi hemû ofîs û saziyan hemû erk û amadekariyên xwe yên lojistîkî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10.6.2024ê de temam kirine.
Got jî: ji bo me pirose gihiştîye qonaxên xwe yên dawî û em hêvîdar in ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û welatî vê derfetê ji dest nedin, ji ber ku paşxistina hilbijartinan dibe sedema lawazbûna pêkhateya sîyasî ya herêmê. ji ber nebûna saziyên rewa yên rasteqîne li Herêma Kurdistanê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket