Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin

Kurdistan 05:58 PM - 2024-04-30
Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.

Di civînê de ku roja sêşemê 30.04.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Balyozê Brîtanyayê derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirsî û Qubad Talebanî ragihand:“Paşxistina  zêdetir a hilbijartinan dê zirarê bide pêgeha herêmê û em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.’’

Di civînê de behsa êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê jî hat kirin, ku çend roj berê hatibû armanckirin, Cîgirê Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da û got: Berdewamiya wan êrîşan dê zirarê bide aramiya Iraq û Kurdistanê.Em li ser xetê ligel hikûmeta federal û aliyên Iraqî ne ji bo dîtina berpirsên vê kiryarê û ji bo bidawîkirina van êrîşan kar dikin."

Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina her pirsgirêkeke siyasî bi rêya diyalogê hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket