Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan
Îro duşemê 22.04.2024, beriya nîvro, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi
serdaneke fermî ya yek rojî giheşte paytexta Êraqê Bexdayê.
Serok Komarê Tirkiyê dê li paytext Bexdayê bi
Serokê Komarê Dr. Ebdul Latîf Cemal Reşîd û serok wezîr Mihemed Şeya Sûdanî re
bicive, wê çend rêkeftinên di navbera herdu welatan de îmze bikin,Li gel şanda
xwe dê ber bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ve biçe.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê
Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Bazirganî Omer Bolat,
Veguhastin û Binesaziyê Abdulqadir Oral Oglu, Çandinî û Daristanî Îbrahîm
Yumakli, Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alp Arslan Bayraqdar û Pîşesazî û
Teknolojiyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Mihemed Fatih Qacir di gel serokkomarê ne.
Derbarê vê serdanê de Serokê fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Êraqê Harêm Kemal Axa ji malpera
fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re axivî û got: ‘’Pêwîste Êraq pêwendiyên xwe bi
welatên cîran re pêş bixe. Bi taybetî di rewşa niha de, ku herêm di rewşeke
aloz de dijî, serdan Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di vê çarçovê de tê,
ji ber ku gelek mijarên siyasî, aborî û ewlekarî bi Serok Komarê re gotûbêj
dike.
Herêm Kemal Axa got jî: “Em di nav fireksiyona
Yekîtîya Niştîmanî de ne û di hevdîtina xwe ya li gel serokwezîrê federalî de,
me di nameyek fermî de daxwaz kir, ku di gotûbêjên xwe yên digel serokomarê
Tirkîyê de, mijara qedexekirina firokexaneya navnetewî ya Silêmaniyê jî were
rojevê, ji bo çareser kirinê û bal kişande ser wê yekê ku “Peywendiyên aborî
yên bihêz ên Êraq û Tirkiyê hene, ji ber ku qebareya danûstandinên bazirganî di
navbera her du welatan de salane zêdetir ji 20 milyar dolaran dike û pirsa
ewlehiya avê mijareke din a giring di navbera her du aliyan de ye. Ji bilî
gelek mijarên siyasî, ewlekarî û yên din.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
09:48 PM - 2024-05-16
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17